Li Herêma Kurdistanê bi hezaran kes li dijî biryarên hukumeta Bexdayê daketin kolanan
Li Iraqê nakokiya ku bi salan e di navbera hikûmeta federal û Rêveberiya Herêma Kurdistanê de li ser birêvebirina çavkaniyên petrolê, parvekirina dahatan û statuya herêmên nakokbar didome, mezintir bû. Serokwezîr Îraqê Elî Falih ez-Zeydî lêpirsîna qaçaxçîtiya
Temsili görselLi Iraqê nakokiya ku bi salan e di navbera hikûmeta federal û Rêveberiya Herêma Kurdistanê de li ser birêvebirina çavkaniyên petrolê, parvekirina dahatan û statuya herêmên nakokbar didome, mezintir bû.
Serokwezîr Îraqê Elî Falih ez-Zeydî lêpirsîna qaçaxçîtiya petrolê weke hêcet nîşan dabû û bi çend biryaran dest danîn ser birêvebirina qadên petrolê û deriyên sînor yên Herêma Kurdistanê.
Li bajarên Hewlêr, Dihok û Zaxoyê li dijî biryarên hikûmeta Îraqê yên li hemberî Herêma Kurdistanê xwenîşandan hatin lidarxistin.
Qaymeqamê Hewlêrê ji Rûdawê re ragihandiye ku "bi dehan hezar kes" beşdarî xwenîşandanê bûne û tê çaverêkirin ku biheman armancê li Rojhilat û Rojavayê jî xwenîşandan bên li dar xistin.
Dema xwenîşandana Hewlêrê saet 10:30î bû lê beriya wê demê jî bi hezaran kes li nêzîkî Keleha Hewlêrê kom bûn.
Welatî bi Alaya Herêma Kurdistanê beşdar bûn û gef û biryarên hikûmeta Îraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin.
Bexdayê li ser qadên petrolê û deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê biryarên nû dan
Her weha qaymeqamê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd weha gotiye:
"Bi dehan hezar kes beşdar bûn, ti pirsgirêk derneket û hemûyan bi yek dengî biryar redkirin. Hêzên ewlehiyê bi hevahengiya li gel welatiyan aramî û ewlehiya xwenîşandanê biawayekî rêk û pêk parast."
Mêr, jin û zarok bêyî cudahiya temenî beşdarî xwenîşandana Hewlêrê bûn. Di nav wan de hunermend, mamoste, çalakvan û heta kesên xwedî pêdiviyên taybet jî beşdarbûn û hemû li ser redkirina biryarên 24ê vê mehê yên hikûmeta Îraqê yên li hemberî Herêma Kurdistanê yekdeng bûn.
Di xwenîşandana îro de ku Alayeke mezin a Herêma Kurdistanê hatibû bilindkirin, hunermendê navdar Şivan Perwer jî beşdar bû. Şivan Perwer di peyamekê de bi zimanên Kurdî, Îngilîzî û Tirkî ji aliyên siyasî û gelê Kurd xwest ku li hemberî hemû gef û metirsiyan yekdeng û yekgirtî bin.
Li Dihok û Zaxoyê jî nerazîbûn hat nîşandan
Îro li ber Zanîngeha Dihokê bi pêşengiya Yekîtiya Xwendekar û Lawên Demokrat ênKurdistanê kombûneke nerazîbûnê hat lidarxistin.
Her wiha li Zaxoyê jî bi kombûnekê biryarên hikûmeta Îraqê yên li hemberî HerêmaKurdistanê hatin redkirin.
Rojava û Rojhilat jî piştgiriyê didin
Îro jî wekî doh, demjimêr 14:00an li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê ji bo piştgiriya Herêma Kurdistanê kombûna nerazîbûnê dest pê kir û berdewam dike.
Li Rojhilatê jî doh li bajarê Sineyê banga xwenîşandanê hatibû kirin û li gorî bangawaziyan dê piştî nîvro li wî bajarê Rojhilatê jî kombûneke nerazîbûnê bi rêve biçe.
Biryarên Bexdayê
Biryarên ku Serokwezîr Îraqê Elî Falih ez-Zeydî di 24ê Mijdarê de li dijî Herêma Kurdistanê derxistibûn weha ye:
Yekem: Biryarên îdarî û cezayî
Serokwezîrê Îraqê biryar da ku ev guherîn û ceza bên bicihanîn:
- Serokê Desteya Deriyên Sînorî yên Îraqê ji kar hat dûrxistin.
- Fermandarê Operasyonên Kerkûkê û Birêvebirê Polîsê Kerkûkê ji ber ku wan dosyeya qaçaxçîtiya berhemên petrolê neşopandiye ji kar hatin dûrxistin.
- Fermandarê Lîwaya Yekem a Polîsê Enerjiyê, alîkarî wî, Birêvebirê Îstîxbarata wêlîwayê û Birêvebirê Beşa Xalên Kontrolê yên lîwayê ji karên xwe hatin dûrxistin.
- Cezayê hişyarkirinê li Birêvebirê Asayîşa Niştimanî û Birêvebirê Îstîxbarata Niştimanîyên parêzgeha Kerkûkê hat birîn.
- Karên Birêvebirê Giştî yê Şirketa Petrola Bakur û alîkarên wî heta ku lêkolînên Desteya Destpakiyê ya Federal biqedin hatin rawestandin. Her wiha birêvebirê berê yê şirketê jibo lêkolînê hat şandin.
- Birêvebirê Beşa Kontrolê yê li Kerkûkê yê Şirketa Giştî ya Belavkirina Berhemên Petrolê ji ber ku erkên xwe bi cih neanîne ji kar hat dûrxistin.
- Karên Birêvebirê Giştî yê Bipêşketina Pîşesazî û Birêvebirê Giştî yê Şirketa PîşesaziyênKanzayî yên li Wezareta Pîşesazî û Kanzayan heta ku lêkolînên Desteya Destpakiyê ya Federal biqedin hatin rawestandin.
Duyem: Pêşniyarên îdarî, teknîkî û şandina dadgehê
Li gorî daxuyaniyê, biryar hatiye dayîn ku dosye û binpêkirin ji dadgehê re bên şandin û Desteya Destpakiyê ya Federal li ser van xalan lêkolînê bike û wan bibe ber dadwerê Dadgeha Lêkolînê ya Tawanên Têkoşîna li Dijî Gendeliyê ya Navendî:
- Peymanên firotina berhemên petrolê yên di navbera Şirketa Petrola Bakur, şirketa"Mihwer Fizî" û şirketên din de bên kontrolkirin û piştrastbûn ji hemû wê petrola kuhatiye dabînkirin çêbibe.
- Rêbazên radestkirin û dabînkirina petrola xav ji aliyê Wezareta Petrolê ve ji bo her du parzûngehên "Baziyan" û "Kar" bên kontrolkirin da ku bê piştrastkirin ka petrola ku hatiye dayîn û ya ku hatiye wergirtin wekî hev in an na.
- Li gel birêvebir û karmendên Şirketa Petrola Bakur ji ber xemsarî û binpêkirinên wan ên di şopandinê de lêkolîn bê kirin.
- Li ser wan destûrên ku ji aliyê Wezareta Pîşesazî û Kanzayan (Birêvebiriya Bipêşketina Pîşesazî) ve ji bo hemû kargehan û wan şirketên ku bûne sedema hederdana samana giştîhatine dayîn lêkolîn bê kirin.
- Li ser wan pereyên ku ji bo nobedarên sivîl ên parastina boriyên petrolê hatine xerckirinlêkolîn bê kirin, ji ber ku ew kes li Şirketa Petrola Bakur nînin.
- Li ser binpêkirinên ku ji ber nebûna testên laboratuwarê hatine tomarkirin lêkolîn bêkirin û qasê wan berhemên petrolê yên ku bi rêya deriyên Herêma Kurdistanê ji Îraqê derketine bê eşkerekirin.
Sêyem: Biryarên li ser Herêma Kurdistanê û deriyên sînorî
Serokwezîrê Îraqê 3 biryarên sereke li ser Herêma Kurdistanê û deriyên sînorî dan:
- Ji Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re rênimayek bê şandin ku ji bo hinartina petrola xav û berhemên petrolê ti destûrekê nede û ev kar tenê bi rêya Wezareta Petrolêya Federal bê kirin da ku desthilat têkelî hev nebin.
- Desteya Deriyên Sînor ên Îraqê hemû deriyên sînor ên li Herêma Kurdistanê wergire.
- Wezareta Petrolê bê erkdarkirin ku hemû wan qadên petrolê yên girêdayî wezaretê bi rêve bibe ku dikevin sînorên îdarî yên parêzgehên Diyala, Kerkûk, Selahedîn û Nînowayê û ji aliyê ewlehiyê ve di bin desthilata Herêma Kurdistanê de ne.
Çarem: Tedbîrên ewlehî, leşkerî û kontrolkirina sînoran
Di warê ewlehî, leşkerî û kontrolkirina sînoran de jî ev biryar hatin dayîn:
- Fermandariya Hêzên Sînor dê hemû deriyên nefermî yên li ser sînorên navneteweyî yên bi welatên cîran re bigire, tevî deriyên nav Herêma Kurdistanê jî.
- Wezareta Parastinê hat erkdarkirin ku her du lîwayên Yekem û Duyem ên Erkê Hevbeşhemû rêyên bejayî û alîkar ên di navbera parêzgehên Diyala, Selahedîn, Kerkûk û Nînowa û Herêma Kurdistanê de bigirin.
- Wezareta Karên Navxwe, Birêvebiriya Polîsê Enerjiyê erkdar kir ku hemû qadên petrolê wergire, biparêze û bi kamerayan çavdêriya wan bike, tevî wan qadên ku dikevin sînorên îdarî yên hikûmeta federal û ji aliyê ewlehiyê ve di bin desthilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ne.
Pêncem: Tedbîrên teknîkî, çavdêrî û endezyariyê
Di dawiya biryaran de, ev gavên teknîkî û endezyariyê hatin diyarkirin:
- Ji bo rêkxistina tevgera berhemên petrolê ya di navbera parêzgehan de û bi rêya deriyênsînorî dê mekanîzmayeke zelal bê amadekirin û hemû alî dê pêbendî wê bin.
- Ji bo parastin û çavdêrîkirina borî û bîrên petrolê dê teknolojiya nû bê bikaranîn û "Pergala Niştimanî ya Dîjîtal ji bo Çavdêrîkirina Hêlên Petrolê û Eşkerekirina Qaçaxçîtiyê" bê avakirin.
- Wezareta Petrolê dê li ser hemû bîrên petrolê yên çalak ên Îraqê pîverên elektronîk deyne.
- Tîma endezyariyê ya Nivîsîngeha Serokwezîr dê li xalên kontrolê yên ketina Silêmanî, Hewlêr û Dihokê cihên taybet amade bike da ku karmendên Wezareta Petrolê, PolîsêEnerjiyê û Asayîşa Niştimanî tê de bi cih bibin. Her wiha li wan xalên kontrolê dê ji bopişkinîna berhemên ku diçin wan parêzgehan laboratuwar bên danîn.
- Wezareta Pîşesazî û Kanzayan hat erkdarkirin ku di nava 6 mehan de hemû kargehên qîra oksîdkirî û neftayê yên li sînorên îdarî yên parêzgehên Diyala, Selahedîn, Kerkûk û Neynewayê yên ku li derveyî kontrola ewlehî ya hikûmeta federal in, veguhêze deverêndin ên nav heman parêzgehan.
(AY)
